1. Tekst

  2. Gotar

  3. Arjen Arî
  4. Komelgerî û şairtî?
Komelgerî û şairtî?,Komelgerî û şairtî

Komelgerî û şairtî?

A+ A-

Komela ku 2004ê hate damezrandin, ji ber serok û endamên rêveberiyê ên ku nekarîn peyvira xwe werînin cih, û wekî din ne di asta temsîliyet û temsîlkirinê de bûn (ev baweriya min e), her ku çû wisa bû ku navê komelê û pê re jî asta nivîskariyê di çavên civatê de sernişûv bibe, were xwarê.

Baweriya min ew e , ku pênaseya nivîskariyê hew û bi tenê ne nivîsandin e.
Ev pênase, li gel afirandina wejeyî xweafirandin e, li hemberî rûdanên derûdorê helwestwergirtin e û bi destxistina şiyana xwe-wegotinê re, xwe-kemilandin û xwe-ragihandinê ye jî…

Mirovekî ku li pêşberî girseyê û di qada nîvîskariya derveyî û navxweyî de; û herweha di pêwendiyên duqolî ên bi kesayetên wêjeyî û saziyên têkildarî wêjeyê nikaribe rûyê wêjeyê û yê nivîskariya kurdî spî bike; wekî serok, wekî endamê desteyê bijartina wî/wê; raste rest çêrkirina li wêjeya kurdî û li nivîskarên kurd e!

Lê wekî ku ji we ve jî eyan e; gelek diyarde, têgeh, nasname û pênase serobino bûne; di nava civata jêrdest de wekî rewşenbîriyê, nivîskarî jî hêj li dû serencama bidestvêanîna ‘nivîskariyê’ ye.

Bi gotineke din; piştî helbestkariya Ehmedê Xanî û nivîskariya Erebê Şemo; yê ku quncikeke wî heye û dinivîse jî ‘nivîskar’ e, yê ku çîrokên gelerî berhevdike û çap dike jî nîvîskar e, yê ku li ser rêziman kitêbek çap kiribe jî nivîskar e.
Baş e; ku ev tev nivîskar bin, na xwe nivîskar kî ye?

Û jixwe yek kêm yek zêde 132 alîcenab wekî ‘nivîskar’ endamên komelê ne.
Ji van 132 alîcenaban di 6 salan de ne 6 caran; yê ku carekê riya xwe bi komeleyê nexistine ji sedî 70 ne.
Evyek bi tena serê xwe serekenîşana sarbûna endaman a ji komelê ye.

‘Rêveberi’ya ku îro li ser navê destêya rêveber sedemên biryarguhertina kongreya ku di heyva Sibatê de dê bihata lidarxistin; betalkirina kongreyê; li daxwazên pîrozwer pêçaye, babet û mijar li gorî xwe reqifandiye hev, rêz kiriye û ji endaman re şandiye.

Wekî endamekî desteyê, ne di nava vê biryarê de me, û min dengê xwe nedeyê!
Min nedayê; ji ber ku min rêz li xwe girt, û min xwest ‘desteya rêveber’ rêzê li birayarên ku daye, û her weha li endaman xwe bigire. Lê na; wekî di gellek babetên din de, di vê mijarê de jî gotina ‘darê me kulavê me, rehme li dê û bavê me’ bijartin!

Endamên rêveberiyê ên ku di her civînê de digotin , ‘ ji ber ku wextê min nîne ez di rojên bê de naxwazim di rêveberiyê de cih bigirim, niha li ser navê ‘nûvandin’, ‘jinûveavakarin’, ‘xemilandin’ û ‘bihêzkirina’ komelê biryara kongreya ku 26ê Sibatê dê bihata lidarxistin; kirin/dikin leyistika ‘ na na nebû, ji nû ve’ û bi biryareke nû kongre taloqî havînî kirin.
Herhal; ji ber salona ku li Navenda Cegerxwîn bo kongreyê hatibû veqetandin, sar bû(?) ji lew kongre betal kirin?
Di nava civata kurdan de, hewldanên wisakî ‘min kir min nekir’; dawiya dawî her veguheriye vê gotinê: ‘min kir min çê û xweş kir’!
Bikin heyran bikin, lê bizanibin ku pêşiyan gotine ger hûnê tiştekî bikin li gorî vê rêgezê bikin: Ramana çak, gotina çak, kirina çak’!
Herdu biryarên ‘çak’ jî bi erêkirina rêveberiyê –dengek kêm yek zêde- hatibûn wergirtin û a vê dawiyê jî ne ji bo ku awerta an ne awerte; bo ku komel rêveberiyeke nû hilbijêre hatibû wergirtin.

Û ji xwe ‘desteya rêveber’ a ku niha li ser kar dixuye, ji bo demeke kurt, heta kongreyê wekî serok camêrê ku niha serok e, hilbijartibû.

Min di nameya ku ji ‘desteyê’ re hinart de, wisa got: ‘Wekî ku we jî aniye zimên û lêvandiye; cara duyemîn e ku ji ber sedemên hîç û pûç hûn biryara kongereyê bişûn ve vedikişînin. Ev bêhadarî û bêistikrariya we ya di derbarê venûvandina komeleyê de, - ku di her civîne dê hûn dibêjin em di rêveberiya nû de nînin, nabin endam; lê dîsa jî destê we ne ji mizgeftê dibe ne jî dêrê- dibe sedemê silbûn û tengijina endaman a ji komelê, komelgeriyê…û herweha ji rêveberiyê’.(ku ew jî hebe)
Û...

Û jixwe; di civîna dawî de piştî ku min ji Komisyonê re diyar kir û got, ‘ez heme’; bawer dikim hinek hilçeniyan, veciniqîn.
Veneciniqin heyran! Ez nabim serok:
Şa'irtiya min têrî min jî dike, têrî we jî dike!
05.02.2011 Arjen Arî



Gotinên miftehî :